Ka sebra min daxwaza min

Ka yara min evînd min
Ka kulîlka ber mala min
Li hêvyê me ku ew nayê

Dil bi sotê çav îsotê
Hêdî meşê wek kisa tê
Ez tegyam bi şev ü rokê
Li hindê me ku ew nayê

Şûfa te wek zîn a mem ê
Lêvêntey sor şekrê şamê
Çavênteyî wek xezalê
Ez dihelim ku ew nayê

Ez karkerim min kar berda
Peritîm ji kul û derda
Li bende bi meh û sala
Pêrgî diçim ku ew nayê

Brîn küre ji ber evînê
Brîna min nay kewînê
Dîn û haim hey le dînê
Peritîme ku ew nayê

Birçî mame ji ber yarê
Dest gerimî ji ber karê
Le cindîye b kar û barê
Betilîme ku ew nayê

Nema îdî ez bikenim
Wê nebînim get nakenim
Ji eşga wî tim rebenim
Şepirzeme ku ew nayê

Berf û zîpik û barane
Li ser serê me tofane
Gerdûn mije dil talane
Debederim ku ew nayê

Derbê eşga wî li min ket
Çi çar çi pênc çi şeş û heft
Birindarim wê min kir zeft
Were dibêm ew nayê

Ew nade min maçek ji dil
Em ş abin ji can û gongil
Tev bune wek gul û sorgul
Gulizarim ku ew nayê

Ez ferhatim ew jî işêrin
Em nagijin hev bibînin
Emir gedya tim dilbrîn
Çîya gul bû ku ew nayê

Evîndara min wek baye
Ji ber dilê min revyaye
Dilê min jêre delyaye
Birçîyê wîme ku ew nayê

Kejî yê evîn bijîme
Heta girikê tijîme
Heş nemaye bê mêjîme
Pêtî büme ku ew nayê

DİYARBAKIR 13/04/1995

Ahmat PEKDEMİR

Şîrov

Nivisen Baldar nîne

1

Tags

 

0 Şirov

Şîrova yekemîn ti binîvîse.

Şirovekê binivîse

 




 

 
 
 

Bi xer hatin Helbestvan

Giriş

Parolanızı mı unuttunuz?

Bu Siteye Üye Ol

Beşdarbûn

Beşdarbin, bi zimanê xwa binivîsin.