dil jî çû di şeveke şevereşê de
em man tenê di bêkesiye de
dûrîtî kete navbera me de
em hev dûrbûn
edi em edilîn nabin
Awire çavên me terîmîn
me mirovatiya xwe windakir
erê dildara min
êdî here dem dema çûyînêye
nêzîkayî ji mera mirine
êdî here hebûn xemê
hatina te min re tunebûne
êdî dil jî çû, em man tenê
êdî ez ne ezim
min negere, di dile xwe de
ev çend deme ez nevirim
di şeveke cudabar de
min terk kir ew ware
derd û kula
êdî min dûr here
yara dil dojeh û xembar
min ji te re negot gehîştina me
tunebûne
êdî dema veqetandine ye
ketin rêke benas û tarî
tûrikê me de derd û kul
û binevşa Cezayîrî
û zirgêjnok
dema ku em be hêz man
xwe bikujin
êdî dil jî me berda
me jî hev berda
jiyanê jî berda.
Şîrov
Nivisen Baldar:
- ÇÛYÎN/Erdoğan ALPARSLAN Ezmanê şîn çû mam tenê Mam tenê bi ezmanekî reşre...
- BÊ JîYAN / Erdoğan Alparslan Jîyan dûrim, mirin nêzim Jîyan dûrim, derd nêzim Keser nêzim,...
- SERENAT JI BO EVÎNA WINDABÛYÎ/Erdoğan Alparslan Çawa firiya bû li ber Ararat ê. Dilê wî şa...



0 Şirov
Şîrova yekemîn ti binîvîse.