Êvara te bixêr xanim
Çawaye tu bêje canim
Serî hilde bi qurbanim
Ji bû te her dilûvanim
Êvara te bixêr xanim
Tu Perwîne zanim xanim
Tu şêrîne ez dizanim
Memim ez tu Zîne xanim
Li nek te îro nîvanim
Êvara te bixêr xanim
Dikim gazî pir dikalim
Des evîna te bê halim
Bê dostim tew bê hevalim
Wekî bilbil ez dinalim
Êvara te bixêr xanim
Digel min tu bibe heval
Ey nazika şox û şepal
Dilê min jibû te dinal
Bide min yek ava zelal
Êvara te bixêr xanim
Heleb – 1981

Şîrov

Nivisen Baldar:

  1. Yara min pir delale tû / Xemgîn kurdaxî Yara min pir delale tû Şox û şeng û şepale...
  2. Ey Şoreşger ey / Xemgîn Kurdaxî Ey tîkûşer ey şûreşger Rabe ser xwe dakev her Wekî...
  3. Gul firoş / Xemgin kurdaxî Gul firoşim gul firoşim Tumê gulan ez difroşim Werin gula...
  4. Dürî welat / Xemgîn Kurdaxî Xerîbim li dûrî welat Belengazim dil bi şewat Kes napirsê...

Tags

 

0 Şirov

Şîrova yekemîn ti binîvîse.

Şirovekê binivîse

 




 

 
 
 

Bi xer hatin Helbestvan

Giriş

Parolanızı mı unuttunuz?

Bu Siteye Üye Ol

Beşdarbûn

Beşdarbin, bi zimanê xwa binivîsin.