evin

Eger Ez nemirim vê carê bê te,
Şert be naçim heta vê jêrê bê te.

Hinavê min xalî ye, mîna ney dinale,
Hewareke çi pir e, hewarê bê te.

Qesem bi vî şertî be dîdara te gulal e,
Şeraba min e’ynî jehra mar e bê te.

Li cem te xar û xes gulzar e bê te,
Li cem min xirmanê gulxar e bê te.

Çavê min kor in, nabînin tu kes,
Birûyê min yek-yek tîrê bizmar in bê te.

Bira li cem te bibin nas û ecnas,
Kes li vî şeherî da nîn e bê te.

Hemû rojê ji taw hicrana vê salê,
Wextê mirna pêrar e bê te.

Heta tu bûyî nasa min, bûne nasê min,
Ew nika mû bi mû strî ye bê te.

Çavê Nalî husreta ser û bejna te,
Dû cew in, belkî du rûbar in bê te.

Nalî

Şîrov

Nivisen Baldar:

  1. EZ ! – Feqiyê Teyran Îro ji dest husna hebîb sergeste û heyran im ez...
  2. Du helbestên nû yên Nalî û Salim hatin dîtin Du helbestên nû yên her du helbestvan Nalî û Salim...

Tags

 

0 Şirov

Şîrova yekemîn ti binîvîse.

Şirovekê binivîse

 




 

 
 
 

Bi xer hatin Helbestvan

Giriş

Parolanızı mı unuttunuz?

Bu Siteye Üye Ol

Beşdarbûn

Beşdarbin, bi zimanê xwa binivîsin.