Radestȋ efsûna peyvê dibim

Bi cizbê dikeve pênûsa min

Û sev perda rû yê xwe diçirȋne

Nepeniyên ji sedsala bȋsta mayȋ

Kirasên li xwe şelandin

Û bû qajewaja canên ku li kolanan

Şopa qesasên xwe dişopȋnin

Çȋrokên diltezȋn

Mikurhatin ên erjeng

Û rika sedsalan dengvedide

Di vê şevbêrka

“Bira bira ye bazar li dera ha ye” de

Xwȋn li erdê mayȋ !

Dilopek nizilȋ jerxana biratȋyê

Û li bira zoma peregende

Tovên tolê aj dide…

Ew efare ya werzekî biyanin

Bi xewn û xeyalên dagirkiri

Bi mejȋyekȋ tȋştȋşȋ

Li rawestgeha bê nasnameyan bênavin

Xecê omerȋ

Şîrov

Nivisen Baldar:

  1. Bîranînên Sewsî / Xecê omerî Dilê kavil Di zeryaya çavên te de li buhara rengîn...
  2. Dolên RİSTEMî / Xecê OMERÎ Dolên RİSTEMîLi xayiziya kemané di-ingire xunav Xwe ji arîka esmané...
  3. Kulmek xwelî / Xecê omerî Ji şevbûhêrk u robûhêrkên lawaz Ber bi zeviyên komika sêwiyan...

Tags

 

0 Şirov

Şîrova yekemîn ti binîvîse.

Şirovekê binivîse

 




 

 
 
 

Bi xer hatin Helbestvan

Giriş

Parolanızı mı unuttunuz?

Bu Siteye Üye Ol

Beşdarbûn

Beşdarbin, bi zimanê xwa binivîsin.