Duho di xew de û di xirxira nerîneke şemitî de
ez pêrgî gewdê te yê bilind bûm
dîlan di xumxuma tozê de
gur dibû
lîlandin bê şerm dibûn
meyger di bin şûşeyên xwe de di beziyan
ken dirêj û bi beloq dibû.
Tiliyên te wateya hilata rojên nû ne
neynûkên te
destpêka xeweke nû ye.
Di dawa himbêza min de wek ku tu li hespekî ji bezê hatî
siwar bibe
û bikele
û bikene
tu pîneya keserên harî
bihêle ji girîza şevên te têr şîravê birêjim
bihêle di gerdena te de
cotbikim
bihêle buharan bipejirînim
bihêle demsalên nû bi afirînim
bihêle kenê li ser lêvên te yên qelişî
av bidim.
Şêro DALÎNÎ
Şîrov
Nivisen Baldar:
- Berfmalk / Şêro DALÎNÎ Ez ê bêm û agir bi gewdê xweseriya di dawa...
- Seyrana min î / Şêro DALÎNÎ Hingavtina tiliyên te, dîlan û reqsa min e tewafa tenikiya...
- Mirin / Şêro Dalînî Çi şikefteke dev ferehî tu li tariya bînpêketî sîxurî...
- Roja malwêran / Şero Dalînî Çi rojeke malwêran, çûkên min ji xulmaşiya mestbûneke herijî...
- Melayê me ji xwedê na tirse/Şêro DALÎNÎ Di dema ku nûjenî,pêşketin û xweseriya hiş mêvanî gundê min...



0 Şirov
Şîrova yekemîn ti binîvîse.