Dolên RİSTEMî

Li xayiziya kemané di-ingire xunav

Xwe ji arîka esmané reşeqetranî ve

Di valahîyên bêna de werdike

Çilkên narîn bi axa stewr şa dibin…

Û destnimêja sedsalan dişike

Dolên Ristemî dibizirînin malzaroka axê

Ji bo tayekî bi tenê…

Heft şev û heft rojan di sicûdê de dimînin

Pîre jinên çira malê vemirî û bê semyan

Qewmê ku bi hebûna xwe re dibelhizîn

Bi vejîneke nû di binê zinaran de diseridin

Bûkên gûlîbir û rû dirandî

Ji nû ve hinne dikin destên girtî

Qebeqeba kewan e !

Vê carê ne ji dijminayî, ji dostanî…

Xecê omerî
05.10. 2010

Şîrov

Nivisen Baldar:

  1. Efare ya werzekî biyan / Xecê Omerȋ Radestȋ efsûna peyvê dibim Bi cizbê dikeve pênûsa min Û...
  2. Bîranînên Sewsî / Xecê omerî Dilê kavil Di zeryaya çavên te de li buhara rengîn...
  3. Kulmek xwelî / Xecê omerî Ji şevbûhêrk u robûhêrkên lawaz Ber bi zeviyên komika sêwiyan...

Tags

 

0 Şirov

Şîrova yekemîn ti binîvîse.

Şirovekê binivîse

 




 

 
 
 

Bi xer hatin Helbestvan

Giriş

Parolanızı mı unuttunuz?

Bu Siteye Üye Ol

Beşdarbûn

Beşdarbin, bi zimanê xwa binivîsin.