
Miradê min tiwî herdem Mirado !
Di bîra min tu hatî ey bira, do
Li nik min pir şirîn û dost û yarî
Tijî wek min perîşan û hejarî
Li cem Simsim bi hev re rûdiniştin
Xem û derd û kulên xwe me di kuştin
Selavê min li te ey lêv ji hingiv
Mehol û mêş li hawîr te bi giv, giv
Selavê min tu xweş bighêne Simsim
Tu ramîse muradê min guh û sim
Selavên gulgulî bighêne şikro
Li Simo û li Îsa û li Nesro
Ji bo we ez gelek dost û hevalim
Ji ber derdê we her şev ah û nalim
Çi tiştên win dibêjin zêr û gewher
Nikarim wan bixwênim ez ji ezber
Hevalên me pirin lê tev belavin
Li deşta û li şaxa û peravin
Eger hevdî bibênin, dibne dewlet
Xwedî tac û sera û al û şewket
Dipirsim ez li ehwalê Emûsê
Gelo karî xwedîkî xwe bi pûrsê ?
Silê çawa didî qehwa xwe ya tal ?
şerîfo hê tena xwe ew diçî mal ?
Gelo hêjî Eraqê xweş dinoşî,
Guhanê dewlemendan ew didoşî ?
Dijûnan pir dikî, serxweş dibî ew
Di kasa wî sipî bûye çeqildew
Gelo şikro diran çêkirne, taxim
Li ser soza xwe me heta ku saxim
Xelosîtî xelas bûye ji qeyda
Gelo çidkî digel masûmê Seyda ?
Hevalo, hêj tu boyaxê dikî xweş ?
Xulamê wan diranên tey zer û beş
Heval, bêxem tu raze, Xem nebaşin
Tu guh medyê, metirse, em ne şaşin
Cihan şêrîne, kes nîne ku navên
Bi şadî wê divên, dijware bavên
Hebûn, kevne, gelek şêrîne ev jîn
Bi hevre dost û yarin wek Mem û Zîn
Heçî pêde dirî, pêde dirî ew
Ne nagona kese, ma kê kirî ew ?
Ji kes re nabî dost û hemdem û yar
Tu pê bawer mebe heta bi êvar
Birane tev beg û paşa û parsek
Çira ew Xanedan û embira-seg ?
Ji me ew zanetir bûn, bûne camêr
Wekî kizmik li jor man, em ketin jêr
Eger destên xwe em parsek bidin hev,
Bi destê dijminê me nakevit rev
Dibin an jî xwedî rûmet, xwedî nan
Hewara me, xwedê ye, çûye ezman
Bibin yek dest bi hev re parsek û dîn
Emê zengîn bikin yekser dil û dîn
Me dîn berda û dinya çû j i dest me
Gelo wê em nexwestin, ya nexwest me ?
Dema min xwest, li hawîr kirne qêrîn
Nizanim ko ne ez dînim, ne ew dîn ?
Dinav bircabelek rûnin bi mîrî
Çine ev reng perîşanî, feqîrî ?
Hero em dîn, bi hevre herne baxan
Bikin nêçîr û ravan em li şaxan
Nexweştir bû ji vê pars û boyaxê ?
Çiman destan dirêjkin Pêşî axê ?
Mela û şêx û axa jî hevalin
Hemî sîrkin di cejna kernevalin
Gelek wek me hene lê em ne nasin
Veşartî ne, dibin şal û kirasin
Hemî dîn û hejar û hov û ehmeq
Wekî Simsim çi simtûj û çi guhleq
Selavê min li wan ke, tev hevalin
Ji derdê vê cihanê an dinalin
Ne an tenha, hemî kes bêhiş û dîn
Ji ber wê ye ku ez bûme Cigerxwîn
Çima ko em niha haştî dixwazin
Ji me maldar û dilkurmî digazin
Dixwazin em timî jar û reben bin
Cihê qerf û tinaz û kêf û ken bin
Mebîne em dibin lingan geya ne
Hevalên me li ser şax û çiya ne
Li hawîr xwendevan û ristevanin
Çi rêzanin, bi her tiştî dizanin
Wekî me jar û har û germ û dînin
Gelek jîrin, dizanin, dûrebînin
Eger destan bi dilpakî bidin hev
Bi dest dijmin qe namênî ji bil rev
Çi bêjim, ko gelek mane di xew da
Ne dijmin bir welatê me, me ew da
Ku çîroka me pir dûr û dirêje
Miradê min, ji dostan re bibêje :
Hezar û nehsed û heftê û çare
Cigerxwîn hê li ser we tim heware.
Cegerxwin
Şîrov
Nivisen Baldar nîne
1


0 Şirov
Şîrova yekemîn ti binîvîse.