evin_1

Gulekî sor,wek kêra kalanî, di dilê min de asê emaye
Dilîni li dilînî xistîye, mejû xebata xwe sekinandîye
Qisê min fam nabe
Hilmek ji cixara xwe dikşînim bi kurani cegera min dibe zozan
Bi carê diçe ji bira min gelşên kejê
Xu dihejînim bi fedi ku welat dikeve ber çavê min
Çiya dilerze di nav mêjû yê min de
Hestirê min dikeve ser axa şehîdan jîyana xwe diecebinim
Xwêdan ji enîya min direje wek hêstirên kejê
Fedî li fedî dikeve serê min berjêr dibe
Bexşînî dixwazim ji welat wêjdan bera öin dide
Geh digirî geh dikeni dilîniya wi tevlihev dibe
Şêlo dibe hesirên wi bin ezani ji xu xeyîdiye
Kejê ji kejê xeyidîye hîna dereneketîye ji mêjûyê min
Büye wek zengarekî têde rüniştiye temî li ser temî
Nafikire bê guhdare wek spindarê betale bê zindetî
Nayê biriyê welatê wi ketiye nav jiyaneki tolaz
Nikare jê derkeve mejû di sêrî de büye nem büye pelok
Ketîye nav dozeki gemarî paqijî jêre bûye qedexe
Wek gedekî dinale xu dispêre min dibê qey ezê wi xelaskim
Carnajî ez dibim gelş bi heşê wî dibim tawankar
Gul dikeve nav şeva tarî şûnê dike dûr dikeve ji kejê
Pinpinik jî dûr dikeve kejê bê fam kejê pepuk rebenê jînê
Culetî nemaye di dilde dil bûye kul dil be teget û dîl
Heşê min jî tev li hev bûye îdî nikarim bi kejê
Dixwazim kû birevim jê dür kevim damîş nabim bivi halî
Ü bi gelşên kejê dilini bûye wek qimilekî zeliqîye di heşê kejê de
Carna digirîm hêstirê min dibe behra reş
Din nav jîyaneki palada wek rûne hîzê dihele kejê
Gul dibe genî bêhn dide behra sîrê
Heşê kejî rijyaye li ser axa sor nikare kes nikare berfke
Semax li ser semax bera wî dide nikare vêre pevçine
Semax jê xurttire kejê jî ji kejî xurttire
Wêjdan ketye bin lingan welat jêre bê xem maye
Dil li dilinî geryaye kejê helyaye ji binî
Kejî jê direve diçe serê dinê disa jî li hindê ye
Digehere bi halê kejê dest lê qerçimîye dil zuha büye
Dil peritye kejê îdî nas nabe kejê wendaye
Kejê sêwî maye

02/01/1992 Ahmet PEKDEMİR

Şîrov

Nivisen Baldar:

  1. LÊ MÊZENEKIN Serî li bere B derdû kedere Le mêzenekîn Ew weke...
  2. DİJÎM Ketim avzêla evinê Dilêmin jêr digre şînê Bi yara xwe...
  3. EVÎNAME Qîrînî hat guhêmın heywaxlimin Periti cegeramin bi seranser Ji eşqawî...
  4. DELÂL Gelo rabin çav binêrin Îşev şevekî pîroze Li bejnû balê...
  5. WEK HÎZEKÎ Wek hîzekî min dikê gelşen welêt Dev dibe jahr di...
  6. GEWRÊ GEWRÊ Her sibe li ber derî Benda teme bi girî...
  7. DELALA MIN     Bi şev û roj ez dinalim delala min...

Tags

 

0 Şirov

Şîrova yekemîn ti binîvîse.

Şirovekê binivîse

 




 

 
 
 

Bi xer hatin Helbestvan

Giriş

Parolanızı mı unuttunuz?

Bu Siteye Üye Ol

Beşdarbûn

Beşdarbin, bi zimanê xwa binivîsin.