rojin-xanim-244x300 

Dilber ciwane şêrîn û rinde

şox û şepale bejin bilinde

Serî gihaye ber taqê gerdûn

Li ser serê wê taca Ferîdûn

Bi jêr de berdan gulî û reşbisk

Kiras bihare, sor û zer û kesk

Dur û cewahir ji dême, xweş rû

Kevanê Behram-çopîne ebrû.

Du çavê mêrkuj, pingav û petrol

Lê sîng û gerden Cezîr u Bîngol

Hêstir ji çavan cobar û robar

Li ser me digrî, nalîn û hawar

Hebûn û dewlwt, li her der û cî

Em têde jar û bê nan û birçî

Bêgane têde bûne ciwanmêr

Xistin destên xwe ev dewlet û zêr.

Li ser me paşa, bi top û leşker

şex û begên me ji wan re rêber

Kurdên perîşan-gavan û gundî

Kola û bindest, zencî û hindî

Ez tim dinalim, hawar û gazî

Destên hev bigrin, birçî û tazî !

Bi ser çiyande bi deng û halan

Bi zor bistênin ji dijmin talan

Heçî nikarî doza xwe bigrî !

Di bin zencîrê dijmin de dimrî

Ewê nikarî hilkişî ser şax

Di bin lingan de diçî, dibî ax.

Eger nexî dest tu dar û dewlet

Di nêv cihan de tu nabî milet !

Dijmin gihaye, bi top û leşker

Êrîş dibî me wek dêwê sêser

Çavên xwe vekin, binêrin Vîtnam

Bûne yek perçe, pismam û dotmam

Bi xwîna dijmin sor kirne meydan

Cergên neyaran xweş dax û key dan.

Li ser serê wan tin gulebaran

Zarok tên kuştin wek berx û karan

Lê tim diçin pêş hemî jin û mêr

Dijmin dişkênin wek piling û şêr

Bi camêrî tev xwe didin kuştin

Naxwazin bijîn bindestê dijmin

Divên ko bijîn serbest û azad

Di qada xwe de rûgeş û dilşad

Bikevin rêza miletên serbest

Vaxwazin bijîn hejar û bindest

Xwelî li we bî, şazde milyon kurd

Bindestê dijmin hejar û zigurd !

Belengaz, reben, mest û perîşan

Nikarin bixun têr nan û bacan

Bere em bimrin, herin av û av

Di nav xelkê de bê dewlet û nav

Li şûna axê, çewîşê Nuqtê

Malê me dixun bi me çi xweş tê

Çekan dikirin da hev bikujin

Dijmin xwîna me hawîr dimijin

Dixwazim rabin ji tamara xew

Ji dijmin re em nabin çêlekew

Pêzan û rêzan, bi tektîk û jîr

Hozanên rêber bibin destegîr !

Bûkê biguhêzin, bigrin Kurdistan !

Li her der bikin govend û dîlan

Em tev de bixun hatin û hebûn

Di nav me de kas nebî Cigerxwîn.

Lê win zanibin qerêj û hebûn

Bikêr we nayên roja serxwebûn

Lê ê ko îro bidî bi rindî

Para wîye tim payebilindî.

Dema kurd bibî serbest û azad ;

Êçikûs û pîs dimênin bêdad

Çavên xwe vekin kurdên borcewaz

Rencberê dijmin, tirêk û tolaz

Destên xwe bidin kurdên palewan

Dekevin meydan, bi mal û bi can

Ev roja ya we ye, werin bi rindî

Destên xwe bidin karker û gundî

Bajarî, gundî, jîr û xwendewar,

Hawîr bigerin weke gurên har

Tenê bi zanî û bi tektîk û pîş

Bi pêş ve bajon hemî kar û îş

Markisî, Norsî, tev welatperwer

Destên hev bigrin, bibin yek çeper

Ta xanî ava nekin bi rindî

Li ser boyaxê mekin dubendî.

Ji destê dijmin me welat derxist

Bere bên meydan çend awir û rist

Wê çaxê rate ku em bigrin hev ;

Lê ne bi kuştin, bi ziman û dev

Ma kî dibêjî: qelse kewê min ?

Yan kî dibêjî: tirşe dewê min ?

Lê îro dijmin serdarê welat

Em jî ji hev re bibin ar û pêt.

Xurtî ya me ye, yektî û zanîn

Koka xebatê pê tête danîn

Destên we bişkin, çi ton mirovin ?

Kengî şiyar bin ne hirç û hovin ?

Diçin bihiştê gernas û mêrxas

Dohej şûna ên bindest û pêxwas

Xwenda û zana dijîn bi rindî

Xwelî li wî bî, heçî ne xwendî.

Bêtir ew kurdên gernas û dijwar

Nexwendî, birçî, boyeçî, binbar

Bexda û Mûsil, Helap û Bêrut

Hatin dagirtin ji kurdên pêrût

Bin darê dijmin kola û bindest

Di bin baran de pişta wan şikest

Dijmin bi xwendin wezîr û paşa

Li ser pişta me dixun me-aşa

Ji dijmin re em xweş dibin leşker

şoriş gur bûye lê em naçin şer

Sewlwmwndên kurd weke hirç û gur

Malên xwe didin dijmin hûr û gir

Ne didin şoriş ne didin partî

Nayêne gotin herçî veşartî

Bi ser de êrîş me dikin wek hov

Çavên wan birjin, ev renge mirhov.

Ji bo we ye em divên serbestî

Ji ser we rakin dîlî û mestî

Em bi mal û can, tenê win bi mal

Xebatê bikin tev dost û heval

Xwelî sein win, gemar û çikûs !

Bikevin dexlên we reqîk û sus

Dijmin bistêni ji we mal û qad

Birizin, bimrin, bê kok û binyad.

Xebetkar dema dikevin zindan ;

Li ser wan nagrîn, dikenin bi wan

Bi wê gemara ber destên dijmin

Di ser me ra win xwe bilind dikin

Devê xwe li me vekirye reşdêw

Ji xew ranabin, kurdên kurê Gêw

Hawar dikim ez bi rengê Zardeşt

Bese, nemaye, dema def û xişt

Dema tnag û top, firok û sarûx

Nayên hana me Yezdan û Merdûx

Warên xwe berdan sawîr û goman

Candar gihane rajorê ezman.

Di vê demê de bê xwendîn û çek

Li ber diwarên be nan û parsek

Di bin lingan de wek pûş û pelax

Dimrin, dirizin, hemî dibin ax.

Rabin bi xurtî, milhasin û mêr

Li ber dijmin em rabin wekî şêr

Di bin kevir de namênî giya

Ji ber bahozê xwar nabî çiya

Cî nadin revê qet şêr û piling

Zaro me nebir sedsalî Firing

şêrên: Dimyat û Ekka û Hettîn

Navê me kurdan bi zêr nivîsîn.

Bav û kalên me: Hewrî û Mîtan

Bi zor danîne sînorên kurdan

Kardox û Kaşo, Madî û Sobar

Wan bi xwîna xwe parastin ev war

Ne şerme, ko em gernas û kurdin

Ji dijmin re em warên xwe berdin

Bi hev re rabin cotkar û karker

Zana û rêber, pala û rencber.

Destên hev bigrin bi rast û ronî

Di qada xwe de şazde milyonî

Kî bûye dewlet bi tizbî û xişt ?

Parsek û bindest çon diçin bihişt ?

Cegerxwin

Şîrov

Nivisen Baldar nîne

1

Tags

 

0 Şirov

Şîrova yekemîn ti binîvîse.

Şirovekê binivîse

 




 

 
 
 

Bi xer hatin Helbestvan

Giriş

Parolanızı mı unuttunuz?

Bu Siteye Üye Ol

Beşdarbûn

Beşdarbin, bi zimanê xwa binivîsin.