Kewijîna gulpêçekê, li seyra tav û şînê dihevise
Bê pesn û peyman
Wê çîn û çînkerê bidin ber destên evîndaran!
Dil ketiye zarê çînan!
Çawa peyam bê
Ez dê zarîna dilê xwe bikim têl û mêl
Li beden û guliyên gulpêçekê bigerînim.
Dil ketiye sûka çînkeran!
Hevîn, di şolgehê de bê agir dikele
Tîn û şewat, kevnezanên hev in
Kewijîna gulpêçekê, li diranên sedefîn dihevise
Bi kelemên kejînerm.
Heger li xelk û alemê beyan bibe
Wê bikin bizelêv
Ev çînker ya dîn e ya kêmaqil e
Canê xwe daye ber pêçekan, nexşandiye!
Li çînên peleewrayî yên ku wekî zeferan e
Li ber rojhilatekê ya li pey hîvdiçeavayekê
Risas, li ser rûyên xilmaşinî hatine helandin
Çîn û çînker berdilkên hev in.
Dil ketiye bazara zêrkeran!
Kewijîna gulpêçekê, li deqên zêrîn dilerize
Bal ji deqan girantir in, her ku diçe bi bar dibin
Bi rêdana jan û bêjanan
Dikevin şaxên pêçeyî
Bi dar de dibin bi çav û bijangan
Li warê dilhebînan.
Kewijîn, bi qelem û gulpêçekan nayên safîkirin
Çîn û çînker mehne ye
Dem û demsal hatiye
Min mihrîbana xwe dîtiye
Dil ketiye mîhrîcana gulpêçekan!
Abdullah Karabax
Şîrov
Nivisen Baldar nîne
1


0 Şirov
Şîrova yekemîn ti binîvîse.