
Weke biyaniyan te bardikir
di rêyên dil de
Anfalên xewnan koçdikirin
û kêlîk bi kêlîk
balafirgeha dilbijok
bi awirên me yên tirsok
û gavên me yên dudilî
dihate dagirtin
Piyalên salan di çavên te de
vala dibûn
da di dilê min de tijî bibin
çi reng ji wê şevê re hebû?
Min pacên xwe ji êşê re li piştê
vedikirin
te jî deriyên derdan
û kêlîk bi kêlîk
sînorên xurbetê birçî dibûn
ji bendewariyê
çi tam ji wê perîşaniyê re hebû?
Zarotiya min ji nav tiliyên te
diweşiya
û pevçûnên rojan
di sîngên me de goristanên bîranînan
radizan
û di çavên me de
Nesrîn…
Li ser destên me yên ku libadibûn
welat kefenê xwe dirêsa:
Ey welatê tagirtî
sarin çehreyên ji te bardikin
sarin gavên bi alî te de tên..
welat di xelwetekê de tê çinîn
û di valahiya sirgûnekê de tê çandin..!
Ey mûsimê wêranan
em di nav zadên şewatê te de
li temenê noqbûyî digerin..
Ey welatê di rengê bêrîkirinê de
rê heta kelayên te winda dibin
û heta çavên te
du hêsrin..,
Ey welatê di rengê xwedê de,
ezmanekî bide me
em tê de bigrîn,
zeviyekî fêrbibin şehwetê
bayekî alên têkçûna xwe hildin
Ey welatê di rengê xwedê de
Peykerên şahiyê li ser lingên te
Şikestin
û li ber dergehên te
karwanên miriyan dipirsin:
Çi reng ji wê evînê re hebû?
Derengî birînê
ewrê tenêtiyê diguvêşim
û xurbet
kêlîk bi kêlîk
kirasekî nû ji derewan li xwe dike
Derengî birînê
ewrên tenêtiyê diguvêşim
naxwazim pêjnên te winda bikim
naxwazim gulên te ji dil
daweşînim
gul têne kuştin dema gulistan bardike..
Derengî birînê
kêlîk bi kêlîk
ji te dipirsim:
Çi reng ji wê şevê re hebû?
Şîrov
Nivisen Baldar:
- Jana Seyda Di sala 1976 an da li Amûdê hatiye dinyayê. Li...
- Mirin / Jana Seyda Herdu çavên min Tijî axin Bedena min ya sar Li...



0 Şirov
Şîrova yekemîn ti binîvîse.