Dema bimrim, kurê negrî bi ser min da
Mirin naztir bûye îro ji van êşa
Ji ber zor û ji ber lêdana van xeyda
Me dil westî, wekî pîrê li ber kaşa
Felek har e, dilê min daye ber kêra
Belengaz û penah bûme li dinyayê
Kovî westa ji ber davan û nêçîra
Pelên dara me weşyane li ber bayê
Nema dîsa bi ser xwe bêm, bi yekcarî
Wekî gestim gelek maran ji nişka va
Nema ronî, di çavên min reşe tarî
Dema leylan xuya bûye, ketim dava
Şikestî dil di nêçîra xeyalên xwe
Tevî xewn bû, wekî çêrok û efsane
Me tûr vala, li ber dergahê gora xwe
Ewe maxa me ya paşîn û meyxane
Dema bimrim, ne pêwîstin gul û hêstir
Mifa nîne ji van girî û lorînan
Mirin wek min, hozanvanin gelek mestir
Bi hesret çûn, ji nav yar û ji nav zînan
Bihane hest û helbestên di wan zana
Hema tev çûn, bi xemgînî ketin gorê
Mixabin, çendî dilêşim Ji bo wana
Niha şagird li pey hosta ketî dorê
Kurê negrî, wekî min çûn, bi dilêşî
Gelek hêja ji van dostan û van yara
Hozanvan bûn, ketin axê, bi serxweşî
Hinek bêkes, serî danîn, ji xeyda ra
Hebûn ustad û pir zana qelem danîn
Peşîman bûn li jîna xwe di ristê da
Dîlan berdan, bi dilfîxan, gelek nalîn
Vehes dan xwe, cara pêşîn, di gorê da
Ejî, wek wan, dema deynim serî carek
Dilê „Cankurd“ vedawşînim ji toza reş
Cîhan dîsa dibe rohnî û bimbarek
Ji we giş nas û yaran re, dibe meyxweş
April 6, 2000
Cankurd
Şîrov
Nivisen Baldar nîne
1



0 Şirov
Şîrova yekemîn ti binîvîse.