Ez li dadê mat dimînim
Dad çiye, qet nîne dad
Wek kevanê keskesore
Xûzekî rengîne dad
Her yekî rengek hebandî
Pê çiqas şêrîne dad
Ez tenê lê mat dimînim
Dad çiye, qet nîne dad
*******
Hin dibêjin dad xwezaye
Hin dibêjin hîne dad
Hin dibêjin dad dirave
Sîme yan zêrîne dad
Olperest wanî dizane
Xwestin û amîne dad
Ger firûda tû tewaw kî
Cennet û horîne dad
Lê nekî zinhare zinhar
Agirê dojîne dad
Suxteyê fêrê dibêjî
Ey bira ev gî ne dad
Min ji fêrê kirye ezber
Her dema zanîne dad
Her yekî rengek hebandî
Pê çiqas şêrîne dad
Ez tenê lê mat dimînim
Dad çiye, qet nîne dad
*********
birçiyê nava sikaka
tim dibên parîne dad
Ger zikek têr û zikê dî
Rakevî birçî ne dad
Meyxwerê meyxwer dibêje
Meygerim mey bîne dad
Dê çikim îro bi hayê
Ger li jînê dîne dad
Her yekî rengek hebandî
Pê çiqas şêrîne dad
Lê tenê ez mat dimînim
Dad çiye qet nîne dad
*********
Dayika dilzîz dibîne
Banî û lorîne dad
Lê piçûk tenha dizane
Lîstik û larîne dad
Konevan wanî dibêje
Komele û partîne dad
Niştiman perwer bi rastî
Bo welat gorîne dad
Her yekî rengek hebandî
Pê çiqas şêrîne dad
Ez tenê lê mat dimînim
Dad çiye qet nîne dad
**********
Dadeya dilgir evîne
Bo mema her zîne dad
Ger bi hay û hayedar bî
Her dema ahîne dad
Her yekî rengek hebandî
Pê çiqas şêrîne dad
Lê tenê ez mat dimînim
Dad çiye, qet nîne dad
Azad Hemo
Şîrov
Nivisen Baldar:
- Rewanbêjî / Azad Hemo Bê guman her kesê çande dizanê çiqasî rewanbêjî pêwîste ji...
- Şoreşa azadiyê wey ser sera/Azad Hemo Şoreşa azadiyê wey ser sera Bo jiyanek tev de rûmet...




0 Şirov
Şîrova yekemîn ti binîvîse.