dem melûla melûliyê bû
kal û pîr
naxwazin bibîr bînin
nayê bîra zarokan jî
destpêka çirûska
bi henasa lehengan bûyî birûsk
hêviyan beravêtibû
daran nediwêrî pelan biweşînin
çûk bê destûr nedifirîn
ba baweşîn nedikir
ewran
tîbûna hişkebeyaran nedidît
daristanan
keskeşîna henasê vedişartin
welatê êşê
di bêdengiya rondikên bavan de digirî
bihar stewrên bêhngenî bûn
ramanên biyanî mirin dianîn
nêrînên serserî
di gevzoka xwe jibîrkirinê de
dans dikirin
girgirên rûreş
di pêşbirka xulamtiyê de
bi hev re şer dikirin
koma heyî jî
balav dikirin
dil darbehîva gulqurufî
û
hest xewnên mijgirtî bûn
hatinên dûr
li awirên pakrewanên bênav dinêrîn
efnika tarîkora bêreng
kon li mêjî danî bû
çemê Mûnzir
di soriya Geliyê Zîlan de sor diherikî
û
derya dûr bû
keftelefta başûr
bêçaretiya kitikên çêlîk kuştî
û
bêdengiya bakur
jana dayîkên zarok windakirî bû
tarîreşê
çarşefa xwe girtibû ser holejînê
rojê xwe
di bin cilên şevê de veşartibû
tîrêjên sorzerê zêrîn
dilop dilop palîne malzaroka evînê
û
rûbar bû girava vejînê
çirûskê hêdî hêdî
daxwaza pîroz neqişand
bi keç
û
kurên zanîna xwe xemilandî
govenda pakrewaniyê gerand
deng
di malzaroka bêdengiyê de qîrand
miriyên goran rakirin
û
qêrînên wan birûsk afirand
ken
li asîmanê jînê çand
di asoyê sarvemirî de
hezkirin û hêvî hişyar kir
dilêran kefen dirand
bendiyên bendîxanan
rondikên şadiyê barandin
ramanên kelemçekirî zincîr qetandin
û
perda dîlîtiyê şewitandin
li jînwarê jînê
bi sedan siwarên cengê li hev qulibandin
tembûran
tawanbariya marê çarserî strandin
li xirabgehên xirbihan
jîngul pişkivandin
pêşengên çira hêviyê
kolanên artêşa mirinê derbaskirin
roj di paşila şevê de çirîsandin
bazên tirskuj bilind firandin
û
ajotine ser tariyê
êdî fireh in gavên hatinê
û
dengên baweriyê
dengên îro nayêne bihîstin
anîn zingezinga zengilê serkeftinê
dem melûla melûliyê bû
kal û pîr
naxwazin bibîr bînin
nayê bîra zarokan jî
destpêka çirûska
bi henasa lehengan bûyî birûsk
05.12.2011
Kamran Simo Hedilî
Şîrov
Nivisen Baldar nîne
1


0 Şirov
Şîrova yekemîn ti binîvîse.