Esmer hemî ma wek te ne ?

Xortên me tev te kuştine

Êdî bese te xûn rijand

Te kes nehêşt ji leşkerê..

Tiştek ji wan îro nema

Jan û keser, fîxan û kul

vemrandine çavên li rê…

Mestim bi bihna Esmerê

Wê nazikê, wê dîlberê

Kuştim bi çavên reşbelek

Rîşa li dil ji xencerê…

Dîsa vekir dergahê xem

Êşa li ser Ferhad û Mem

Jana di dil zerya yê reş

Pêla dide nola berê…

Ew gulfiroşa rû bi ken

Ew nazika sîma semen

Berdaye dil soj û şewat

Perwaneyim li ber çirê…

Wê esmera gerdenzirav

Nola rîhana tabelav

Benda kirî can û rewan

Wê dil ji ber kuve herê?..

Ebrû ji tîrên Rustemî

Dilsozê xwe kuştin hemî

Barkin ji vir dilên hejar

Berî suwar dîsa werê…

Rêve diçim, kes nabînim

Dar û çeman dixeydînim

Ezman bi hawaran hejî

Lê axîna min namirê…

Axîn welat ! Axîn welat !

Ji piştivanan kes nehat

Kes nabihîse dengê te

Derd û xeman kes nakirrê..

Xortên dilêr şiyar bike

Top û tivingan bar bike

Wê guh bidin dengê me jî

Wê mafê me ji bin derê…

Cankurd

1973

Şîrov

Nivisen Baldar:

  1. Welatim Ey welatim! Tu dizanî, Dengê me lew naye der, Bad...
  2. Dürî welat / Xemgîn Kurdaxî Xerîbim li dûrî welat Belengazim dil bi şewat Kes napirsê...
  3. Axîna te nalîna min Axîna te nalîna min Erdû asîman pir şîn e Gulê...
  4. NEWROZ Wek qurmekê dara gulê Her salekê şiqin didim Tarî û...

Tags

 

0 Şirov

Şîrova yekemîn ti binîvîse.

Şirovekê binivîse

 




 

 
 
 

Bi xer hatin Helbestvan

Giriş

Parolanızı mı unuttunuz?

Bu Siteye Üye Ol

Beşdarbûn

Beşdarbin, bi zimanê xwa binivîsin.