Çarîn çine ji ku hatine bibîne
Çand û wêje bi wateyan bixwîne
Çemkê4 merî4 qet namire li jîn e
Çel sal borî gulên bejî diçîne

Gul kenîn der xemilîn hatî buhar
Gol û derya av tê meyî ji rûbar
Gund û bajar çol û zozan bûn nîgar
Gel û milet jîn parzinandin bi kar

Bêjin û yar bêkur û zar dijîne
Bêmilk û mal dost û heval jî nîn e
Bextê min reş dilê min geş gergîn e
Barê giran can û rewan dikşîne

Babatahêr5 dubeytê wî Gorî ne
Berî niha hezar salî rêsî ne
Bandora wî li hişê min zengîn e
Bo vê yekê min jî hin nivîsîn e

Wek oldar bo Xwedê dike nimêj e
Wisa pênûsê min jî per dimêje
Weku zemîn ji dil volqan davêje
Wiha xame hêsir bo wî dirêje

Da bimîne ev gotin li jiyanê
Deng û navê min jî li Kurdistanê
Def û zurne dengê xwe bê dîlanê
Dengê min hat çavêd min çûn razanê

Van helbestan ez dibêjim bo zana
Vaye rê û doza her xwendevana
Vekişî ji rojê ewrê ezmana
Vîna mirov wî digîne hêlana6

Ev nameye ev helbest e silav e
Ez dihûnim ez dirêsim bi rave
Erênî lê neyînî hiş belav e
Ezbenî li min bibexşîn ev tav e

Alafa dil rabûye digurbîne
Arîşanên min û hêvî zayî ne
Aram li ser pênûs nemayî dîn e
Axîna min helbestek serpeyîn e
Ger hûn bidin min derfeta vê şorê
Guh min bidin xweş tê sazê bilûrê
Gazina min ji Kurdan re bi torê
Govend divê gel kom bibe li dorê

Hêvî pir in têkurk7 pir in dilter in
Heterbûna8 pênûsa min jî per in
Hezdike gotin bi bîra min werin
Helbest wek min tim bi hesretan nerin9

Kurdistan avis bûye ji hêviyan
Kurd jî li welatê xwe mayî biyan
Kurmê darê ji dêr e baş tê xûyan
Keştiya gel ma li ber pêla deryan .

 

 

Çemk: esas (mebde) bingeh .3
Merî: mirov, meriv, bi vacî mirî.4
Babatahêr: helbestvanekî Kurd e, berî hezar salî yekem car helbesta rêzbend bi Kurdî bi zaravayê Gorî nivîsandiye.5
Hêlan: cihê daxwaza yasayê, sînor (taqim, tixom) û di lîskekê de, navê xwe çogoye, eger yekî xwe bigihanda ser kêvir anku hêlên, ra ku gok lêketa jî nedibû maka wî.6
Têkurk: daxwaz û hêviyên pêşerojê.7
Heterbûn: jêneger û bipêketin.8
Nerin: neçin, winda nebin.9

Ev helbest ji diwana Hemkoçerê Cezawîr bi nave Hêvan hatiye wergirtin.

Şîrov

Nivisen Baldar nîne

1

Tags

 

0 Şirov

Şîrova yekemîn ti binîvîse.

Şirovekê binivîse

 




 

 
 
 

Bi xer hatin Helbestvan

Giriş

Parolanızı mı unuttunuz?

Bu Siteye Üye Ol

Beşdarbûn

Beşdarbin, bi zimanê xwa binivîsin.