Silavên spêdeyan gazî te dikin
gaziyên êvariyan hawarî jana min dikin
Şevînek ji hespê xewa xwe hatiye xwar
li nav bîhokên awirên me, heliza xwe dilorîne
çavên te êtûna şerekê bêdawî ye, ji xweşbûnê
min tu divêyî.
Ji kubariya birûskên çavên te
xewnê hêviyên min şiyar kirin
hedana
dengê te nayê
te bi çirîskên henasa xwe hêlan dikim
têla zirav,
bayê ji pencera te xwe azad kirî alîst,
gilop,
dida şopa ronahiya kolanê
dibûm rêwiyê şemendefereka şevlêgeryayî.
Çavên pirşeng
dengê ceng û bilûra hizra min,
gavên xwe
di rêya tîpan de winda kir
nalîna strana, li dawiya şevê
şêrbaz rakir semayê
bask û perên xwe,
li ber bayî dike.
Bi darê ve çeqek şîn heye
sîdara çîçikan e
maçên xwe li ser lêvên ava heyatê dirêje
hevrist vedide
dilê xwe di nav de vedşêrî
dê bî viyan û strana vê şevê
dê bî xewna laşekê serxweş
silavên eşqê dê bi havênê stranekê tirş bikim,
bi mestbûna te, şevê ber bi kovanên derwêşî ve velorînim
»Aşiqê mest-i bi ‘işqê niye hacet bi meyê
Waridê warid û ehwal-i bi ewrad-i çi kit
Te xered vêkketina yek weliyek murşid-i bit
Salik û talib-i irşad-i bi Bexdad-i çi kit«
Te di nav çavên xwe de nîgar bikim
bikim
çiyayekê ji semfoniyan
wêneyekê hermayî,
di çavên wêneyî de, ruha xwe sermest bikim
Keskesor
dibe nasnameya
tîrêjên çavên min,
çibkên dilên min
tu şevên min bi tinê nehêle, wan gulav bide
min tu divêy
Tu di dilê min de têhna windakiriyekê nûdîtî yî
li xweşiyê, agirê girnijîna min î
li girnijîna min, xunava spêdeyan î
li spêdeyan, awaza dengvedana çar hêlên min yê birîndar î
li nexweşiyê, befra nalîna min î
li xewnan, sirûda hebûna min î
li hebûnê, tu heyîna roniyê di çavên rojê de yî.
Tu ez im û ez tu yim
»Dil yek e dê işq-i yek bit ‘aşiqan yek yar-i bes
Qible dê yek bit qulûban dilberek dildar-i bes
Min di benda zulfekê dil da bi destê pîrê işq
Lew di işqê da ko best ihram û yek zunnar-i bes«
Dihingivim henasa te û sermest dibim
bi agirê derdên te pîroz disojim
dibim şewat, dibim xwelî
ji xweliyê dibim
Phoenix-ekê nûjen
ji nû ve, min tu divêyî
mîna te
mîna xwe
mîna evîna me
mîna wê kêliya herî xweş ko tu pê hest dikî,
mîna sirûdeke rûhanî di tevzînokên laşê min de, dema min tu
niyasî
mîna wê baweriya ko ji rehên hemî daran pêk ve,
hemî çiyayan pêkve qayîmtir, bihêztir û
»Qedehek bade bi destê xwe li qelbê me birêj
‘Aşiqê sûxite bê ateşê seyyal-i çi hez
Neko wek teyr ji mijên te bibarin peykan
Ji birînên di dilî şubhetê xirbal-i çi hez«
Şîrov
Nivisen Baldar nîne
1


0 Şirov
Şîrova yekemîn ti binîvîse.