direnis

Çêkroxê şêran Wargeha – Zater !

Jêdera mêran Wargeha – Zater !

Aferîn jêre Wargeha – Zater !

Bijî serbilind ey Girê-Zater !

Dijmin bi êrîş dihate ser te

Top û tanq û çek kişande ber te

Li ber wan danîn, sênc û çeper te

Bijî serbilind ey Girê-Zater !

Li ber pozê wan, tu bûyî kelem

Êrîş tanîn te, ereb û ecem

Te ew dikuştin dil bi kul û xem

Bijî serbilind ey Girê-Zater !

Li te bune yek tev kevneperest

Êrîş tanîn te, wek dijmin dixwest

Te şerê wan kir bi sîng û bi dest

Bijî serbilind ey Girê-Zater !

Te dane kuştin pir xortên keleş

Keçên çavbelek, zarokên rûgeş

Dê û xûşk û jin hiştin serbireş

Bijî serbilind ey Girê-Zater !

Tu bû meydana cenga felestîn

Ji bo serbestî te rijandî xwîn

Gernas û şervan serbilind dijîn

Bijî serbilind ey Girê-Zater !

Azadîxwazim destên xwe dan hev

Gullebaran bû, bi roj û bi şev

We xwe da kuştin lê qet nabû rev

Bijî serbilind ey Girê-Zater !

Li ser te bûn yek tev mizgevt û dêr

Berê te li jor, berê wan li jêr

Va em dinivîsin navê te bi zêr

Bijî serbilind ey Girê-Zater !

Te dane zanîn; çine rast û çep

Bûne dubendî ecem û ereb

Li meydana şer bûn celeb-celeb

Bijî serbilind ey Girê-Zater !

Benda azadî, benda imperyal

Belengaz hemî em bûne heval

Yek daxwaz û dil, yek-ol û yek-al

Bijî serbilind ey Girê-Zater !

Ji bo me divêt hinek hişyarî

Ko em derbaskin van demên tarî

Dijmin wê çaxê bi me nikarî

Bijî serbilind ey Girê-Zater !

Kevneperestên cihan bûne yek

Alî hev dikin bi mal û bi çek

Hawîr digerin bi şer û bi dek

Bijî serbilind ey Girê-Zater !

Dema ku dişkê serê koledar

Mat û mest dibin li herder neyar

Zivistan diçî li pey tê bihar

Bijî serbilind ey Girê-Zater !

Karter dipirsî li mafê mirov ?!

gelo nabêni ev hirç û ev hov ?!

Me didin kuştin li herder bi tov

Bijî serbilind ey Girê-Zater !

Eger em rabin besî xwene, bes!

Hevsar nedin dest mirovên teres

Xwîna me nerjî guh nadî me kes

Bijî serbilind ey Girê-Zater !

Barê me giran, şerê me dijwar

Dijminê me xurt, jîre koledar

Êrîş tênin me gurên birîndar

Bijî serbilind ey Girê-Zater !

Xwezî hebûna me jî hezar mêr

Kurdên qehreman tev bi çek û zêr

Bihata hana te tev wekî şêr

Bijî serbilind ey Girê-Zater !

Azadîxwazim dijminê neyar

Dostê haştîxwaz, dijê koledar

Nûjenperestin dijminê kevnar

Bijî serbilind ey Girê-Zater !

Bijî Kurdistan azad û serbest

Bimrin, hilweşin tev kevneperest

Nema dixwazin wer bijîn bindest

Bijî serbilind ey Girê-Zater !

Gernasê Zater, hezar aferîn !

Gernasê Libnan, şêrên Felestîn

Hevalê weye herdem Cigerxwîn

Bijî serbilind ey Girê-Zater !

Cegerxwin

Şîrov

Nivisen Baldar nîne

1

Tags

 

0 Şirov

Şîrova yekemîn ti binîvîse.

Şirovekê binivîse

 




 

 
 
 

Bi xer hatin Helbestvan

Giriş

Parolanızı mı unuttunuz?

Bu Siteye Üye Ol

Beşdarbûn

Beşdarbin, bi zimanê xwa binivîsin.