li demsalên bextewariya berbabûyî

peleke ji dara xwe

weşiyayî me

sêwiyê payîza birçî me

leyîstikê li ber destên

qumara şevên xopan im

noqarê deryayên xemkêş im

li pey dengê dergûşa nava xwe

dimeşim

li nav êş û kovanên vî bajarê kul û kederan

ez difetisim

di rayên laşê min de

keser û nalîn diherikin

li zivistanên cemidî

tova berfîneke bêsebir im

li qûntarên çiyayên azad

dipişkivim

rengê min kesk û sor û zer in

bi bayê reş re

bêhna gul û sosinan

li warê bêxwedî belav dikim

li dahatûya rojên geş

teşiya demên rengîn

dirêsim

bêdengî

zimanê tenetiya min ya birînkûr e

jiyana min ya bêbext

du rondikên çavên ziwa ne

girnijîna li ser lêvên qeliştî ne

jana xeyaleke şîrîn e

xumxuma ava çemeke xemgîn e

çala xeman ya bêbinî ye

şuhreta xewneke derewîn e

xweliyê pîzota agirê tendûrê ye

hêviya li nav gumanên qermiçî ye

daxwazên li ber toza baranê ye

gopala destê kal û pîrên piştxûz e

kilîda deriyê stargehên şikestî ye

hîqehîqa lorîna

têlên melodiya xatirxwastinê ye

awaza bilbilê nava dilê min yê melûl e

hesreta evîna biharên têkçûyî ye

 

 

 

Xizan Şîlan

2010-04-02

Stockholm

 

 

 

Şîrov

Nivisen Baldar:

  1. BAFİROKA DİLÊ XEŞÎM/Xizan Şîlan bi saya hestên ciwanmêr bêhêvîtiya şevên asîmana sayî silav dikim...
  2. EZ JI XWE DÛR IM / Xizan Şîlan êş û kovan ji parzûna eniya şev û rojan bêdeng...
  3. NE ŞEWITÎM NE JÎ VEMIRÎM / Xizan Şîlan Cîhana xewnên şîrîn di bîra kedereke nûdem de binax bû...
  4. GALEGALA GIYAN / Xizan Şîlan ez ne destpêk im ne jî dûmahîk ne dişibim xwe...
  5. PERDEYA XEYALÊN TAZÎ / Xizan Şîlan digerînim bi lorîna strana dilşewat bedena xwe yê tazî dinixumînim...

Tags

 

0 Şirov

Şîrova yekemîn ti binîvîse.

Şirovekê binivîse

 




 

 
 
 

Bi xer hatin Helbestvan

Giriş

Parolanızı mı unuttunuz?

Bu Siteye Üye Ol

Beşdarbûn

Beşdarbin, bi zimanê xwa binivîsin.