Ez gelekî nexweşim
Keko ji dil di êşim
Bi evînekî reşim
Bête xewîne vedireşim
Zimanê min nagere
Bête guhê min kere
Qurbanate de were
Bête nika bimeşim
Qedayê serê mine
Şev û roj barê mine
Tu çarenûsa mine
Bête jar û dil reşim
Ka biryara me dila
Bi şehdetîya gula
Heyrana bejn û bala
Bête wek pel diweşim
Bi keştî din av behra
Digerim tim bi qehra
Bûme kurmê nav dara
Bête jarim ne geşim
Keçê lomête dikim
Dilîni me pepûkim
Jitera ez kenikim
Bête bê ken û rewşim
Bi nazê te dihelim
Wek êtama rebenim
Tenê niza bikenim
Bête dîn û bê heşim
Peritî dilê kejî
Heş çûye dîle mêjî
Min bi naza dikujî
Bête xêl û dil reşim.
Ahmet PEKDEMİR
Şîrov
Nivisen Baldar:
- RÛSOR Gurîya te bû ronayî kir, çîya, bajar, dolik û mesîlên...
- DİJÎM Ketim avzêla evinê Dilêmin jêr digre şînê Bi yara xwe...




0 Şirov
Şîrova yekemîn ti binîvîse.