
Kur e min Aris Herekol.
Qerar u qesema jina beribe
Ku ,
Eze ne tene car demsalî,
Le ez e hefte demsal en leylanî
Peş keş e te bikim.
Hemu yadîgarî yen kevneşopan,
Wene yen ser latan û zinaran,
Ku di serdema Manî Pexember
Hatiye xiz kirin.
Mozelan û sunwaren
Dewaren qirbuyî,
Hîverona berî ya dema xac perestan,
Morîna karbare ya sutye sah jina Star,e
Dirane xatu Sahmaran e,
Qiloce pez kovî ya ewlîn,
Dermana jîyana be dawîn,
Siteriken li ser ruye(azman) zemin, ya qedimîn,
Ku şahi de yeke min korpeya ne.
Hemu şewir û qewlen dîrokîn,
Yekemîn cirid kare lezgîn,
Ku şahi de,
Bager u bablîsoken be emane.
Yekemîn gola hêlîn a masîyan,
Ku şahîden,
Kurse yen heft qatîyane.
Quwet û heza yekemîn
Bege Sitean,e (bedlis)
Ku , reze nivisen we ,
Şahide komkuji ya El u babiken,
Reşkani ya ne.
Qesem bi nave, agire,
Ku , qet (na vêsîn) venase,
Kebani(Kevanî) ya dest bi nirx u pîroz,
Payîza derengî û sibe ya bi xer,
Welat e min ya xwudî ye,
Çiyayen asîn,
Ez , dest ji te bernadim.
Ez e di nava çirok en
Eginî ye da, te veşerim.
Bi rondik en çavan,
Te bigihînim.
Bi lorîk en dev bi ken,
Te bixewînim.
Bi xemla agire Zerdeste Kal,
Te bime ji nim.
Bi bilindahi ya Herekol e
Te ve ji nim.
Ez e te bikim zavaye,
Hefte welatan,
Werek û camêr e suwar an,
Padîşah e şer textan,
Kulîlke li ber deve çeman,
kîvroşka nakeve deştan,
Gelawêja êvaran,
Parêzere tawanbaran.
Bi maça yar bede we,
Ez e te li ber memken xwe,
Yen çavkanî ya jîyane,
Bihewî nim.
Ez e bistirim,
Li ser şitla bejn reyhana te,
Ez e biziviri nim ,
De stara temen direjî ya te
Da ku ji te derkeve,
Lewendeki por zere zer în,
Mijrangen(Mijgulen) direj , çav hingivin.
Rumet en sor u poz qerenfîlîn.
De looooooo rîîîîîî…..
Bi xe we(xewîna/raze) berxe min ye gul civîn,
Ji rika we cîhana dere wîn,
Bi be xwedî ye gosiye,
Gotin en rastîn.
De looooooo rîîî….
Bi xe we(xewîna/raze) berxe min ye gul civîn,
Bibe mer xas, şeven tarî keve xefkan,
Ser riya şel u dizan.
Li bejna xwe gire de ,
Tirkeva na heqi yan,
Darezîne mejî yên miroven,
Gemarokan.
De loooooooriiiiii…
Bi xe we ber xe min ya gilcivin,
Hez bike jaran, mirtiban,
Red bike mirov nehez, rureş u sîtem karan.
Hez bike Yaran, ru kenan, û dil pakan,
De looooorîîîîîî…..
Bi xe we berx e min ya gilcivîn,
Dayka te çendin te xwoş dive
Li ser ruye erd u zemin(azman).
Ayten Dîlar Çaçan
04. 26. 2008.
Slemanî (malkendî)
Şîrov
Nivisen Baldar nîne
1


0 Şirov
Şîrova yekemîn ti binîvîse.