berî hûn min daliqînin

ji min re qala genimên spehî bikin

ew genimên ku qedera serê min û wan yek in

ew genimên ku ji kerba min wê bi stûyên xwe devê tirpanan jê bikin

berî hûn min daliqînin

ji min re qala mêraniya serhildana genimên serjêkirî bikin!…

û heger gulleyên we pirr bin cercûreke sax li ser hev berdin!

berî hûn min daliqînin

ji kîsê min

an jî bi zêrên jina min

ji min re kulmek heyateke çardehderb bikirin

berî hûn min daliqînin

heger hûn ê jî daxwaza min a dawîn ji min bipirsin

te dî adet e tê pirsîn

daxwaza min ev e, guhdarî bikin:

herin û ew parîkê goştê sunnetkirina min bixwin!..

berî hûn min daliqînin çavên min vekin

ez ji we re dibêjim çavên min vekin!!!

û heger hûn mêr in li hundirê wan binihêrin!

piştî we ez daliqandim

bi şehweteke mezin tecawizî meytê min bikin

serfiraziya xwe ya nemir bi şerabê

û bi goştê meytê min î biraştî pîroz bikin!

ez jahr im!

piştî ku we ez xwarim

li hespên xwe yên hesinî siwar bibin û

bicehemin!…

Rênas Jiyan

Çavkani: Azadiya Welat

Şîrov

Nivisen Baldar:

  1. DEMJIMÊRA JI DIL Nuha li dunyê li kuderê be jî he be heger...

Tags

 

0 Şirov

Şîrova yekemîn ti binîvîse.

Şirovekê binivîse

 




 

 
 
 

Bi xer hatin Helbestvan

Giriş

Parolanızı mı unuttunuz?

Bu Siteye Üye Ol

Beşdarbûn

Beşdarbin, bi zimanê xwa binivîsin.