Min digot ezê strana li ser bejn û bala te bistirimyaşar aksu

Ê dîlana qîz û xortan da bang bidin

Bi xemla şal û şapik û kiras û xeftan

Bi behna misk û embar, hineya binxetê

Paşê ê bilbilan bijî kişandiba

Min digot ezê stranekê li ser bejn û bala te bêjim,

Lê bela bimînê…

 

Min digot ezê qonax û qesran ji rehê tera avabikim

Ê teyrkên aşitîyê bibin mêvanêteyî nestêle û hêjayî

Bi çar havîrdora te bi şînahîya bihara zozana û kulîlkên bihuştê

Bi nexşandinek bêheval û pîroz

Minê ji rehê tera avahîyên bihuşt bihesûdînê afîrandiba

Lê bela bimînê…

 

Min digot ezê helbestan li ser navê teyî şêrîn binîvîsim

Ê helbestvan û helbesthêsan kelogirî bikê

Ê ayetên pertûka pîroz xwe bi guharînin, nûjenbikin

Teht ê bihelin, çem ê ziwabibin, deşt, bane û çîmenzar ê hişk bibin, çiya ê biqurimin

Ê esîman biweşê, erd ê bifirê hur hur bibê

Min digot ezê helbestan li ser navê teyî şêrîn binîvîsim

Lê bela bimînê…

 

yaşar aksu

Şîrov

Nivisen Baldar:

  1. BÊJE!… / Yaşar AKSU Çend caran ji bo dilê te mirim û dîsa hatim...
  2. Xwerist / Yaşar AKSU Îşev roj li ser sikûme Nisebîn'a rengîn awa nabê. Rengînîya...
  3. VE ŞEVÊ…! / Yaşar AKSU Ve şevê, jîmînre çîroka xezal û delal hate xwendîn. Ev...

Tags

 

0 Şirov

Şîrova yekemîn ti binîvîse.

Şirovekê binivîse

 




 

 
 
 

Bi xer hatin Helbestvan

Giriş

Parolanızı mı unuttunuz?

Bu Siteye Üye Ol

Beşdarbûn

Beşdarbin, bi zimanê xwa binivîsin.