(1) BÊJE!…
Çend caran ji bo dilê te mirim û dîsa hatim zayîn?
Min çikas xewnên zaroktahîya xwe ji tere komkir?
Min çikas hevîyen xwe li ser navê te xwendin ji xwedê ra?
Ka bêje, por honandîyamin, jimin re bêje dest hinekirîyamin, çavbelekamin!…

…Ka bêje, kê ev kenê teyî spî ji te dizî?
Ke keda heram xistê li nav lêven xwe?
Ji min re bêje ku ev kela grî he min ne fetisandî.
Çikas bilbilan li ser çeklên te şerê evîna bi jan xwend?
Çend caran pelên neqşên li ser singa te bozbun û weşahan?
Were, were li dîvanamin, yek bi yek, car bi car, jiminre bejê.
Yana halêmin tûnneye û ev evîn jiminre qul û êşe!…

Ka bêje, ez basken kûjan teyran bi xwe we bikim u bifirim li ser esîmanê te?
Ez çend rengan bidizim ji kulîlkên gulîstana bihûşta te?
Bixim çend baq û çend behna misk-û ambara le rêjînim?
De bêje hevjînamin, ez vê rewşê, kûjan helbesta xwe da binivîsim?
Ez bi çend dilop hibra ji xwîna xwe bi kelînim li ser rudena rûpelên spî?!…

De bêje, ê kengî deştên me bixemilin, kengî hespên boz û bej ê bibezin ji bo bîranîna me?
Ê kengî û kîjan mîrê helbestan me bi zimanêk şîn bivêlidîne li nava pertukên amanên darîn?
Çend evîndar ê me bixwînin li ber dengê dila, ê çend dîroka de guhên me çingîn?
Ka bêja, bi navê pêxêmberan sund bixwe u ji minre bêje!…

Yaşar AKSU
yasaraxu@gmail.com
15/06/2011

Şîrov

Nivisen Baldar:

  1. BELA BİMÎNE, yaşar aksu Min digot ezê strana li ser bejn û bala te...
  2. Xwerist / Yaşar AKSU Îşev roj li ser sikûme Nisebîn'a rengîn awa nabê. Rengînîya...
  3. VE ŞEVÊ…! / Yaşar AKSU Ve şevê, jîmînre çîroka xezal û delal hate xwendîn. Ev...

Tags

 

0 Şirov

Şîrova yekemîn ti binîvîse.

Şirovekê binivîse

 




 

 
 
 

Bi xer hatin Helbestvan

Giriş

Parolanızı mı unuttunuz?

Bu Siteye Üye Ol

Beşdarbûn

Beşdarbin, bi zimanê xwa binivîsin.