
Bargiranim ez, rê dûr û serkaş
Xûzim, piştkulim, dimênim li baş
Kerwan xwe gîhand qûnaxê sivik
Kar-ajo nezan û rêçika me şaş
Bargiranim ez, piştkul û birçî
Li paş kerwan jî herim dîsa baş
Milet nezane, ejî perîşan
Lêdan û zindan, kuştin jî, rapaş
Milet dixwazî sivikherim pêş
Lê bar girane, têre, li ser xaş
Bi zor min tajon, nizanim ka rê ?
Li pêş mê: av û çirav û co-aş
Katin û rabûn, le tim diçim ez
Dilê min pir xurt, bi fort û şabaş
Barê min giran, berê min li jor
Rêça min dijwar, hemi rêl û kaş
Dengek ji dûr hat gote min:
Bar hilgir weza, sêfil û bê maş !
Jêre divên: êm tîmareke baş
Em derdê bargir, av derdê ger-aş
Pêncî salin em hi wer dibêjin
Bargiran, piştkul wer diçim li paş
Ciger-xwin, basin gilî û gazîn !
Di nav nezanan nabênî yek baş !
Cegerxwin
Şîrov
Nivisen Baldar nîne
1


0 Şirov
Şîrova yekemîn ti binîvîse.