Di dîroka gelên cîhan
Gelek çûn jor û azadin
Bi yekdestî û hevgirtin
Bi serxwebûnê dilşadin
Tenê man Kurd li şûna wan
Li her alîkî tên kuştin
Di dil de her heye kovan
Hemî gava şer û mirdin
Bi hêz û zor û xortanî
Didin lawan ji boyî şer
Şehîdên wan li sînoran
Hinek porzer, hinek esmer
Welatê me wilo maye
Wekî gorê, reş û tarî
Ji rêka me gelek maye
Li baxê me xulî barî
Heta kengê dijî bindest
Gelê kurdî li ber lingan?
Heta kengê dikin nalnal
Keç û lawan li zîndanan?
Bese ev rewşa bêçarî
Divê em jî bibin azad
Ne her kole, ne her berdest
Ne jî bêmal, ne jî berbad
Heger em jî li hev rûnin
Civatek xwe bi hev xînin
Hemû destan bi dilsozî
Ji bo welat bi hevgînin
Bereyek xort, wekî pola
Ji giş hêzan bi serxînin
Li cîhanê dibin serdest
…û Kurdistanê distînin
Dikim gazî û hawarê
Kesên rênas û dilpakin
Divê em tev bi yekdeng bin
Ta Kurdistanê azakin
Di dûroka gelê kurdî
Bila carek hemî yekbin
Bila dijmin û neyaran
Bi leşker û bi pir çek bin
Gelî hogir û dostên min!
Werin ba hev ji boyî xwe
Da em jî carekê hildin
Li Kurdistanê ala xwe
Cankurd – 1993
Şîrov
Nivisen Baldar nîne
1


0 Şirov
Şîrova yekemîn ti binîvîse.