bi saya hestên ciwanmêr
bêhêvîtiya şevên asîmana sayî
silav dikim
heyvê
jana xewnên min yên reşbelek
di bin perdeya kenê awirên xwe de
veşartî ye
her şev
balafira asîmana gêjok
li nav ewrên êşa sînga min
dernixûn dibe
ji axîna hinavên peritî
dilopên hêrsa demên têkçûyî
dibarin
mirovên çavsor
li şûna giyanê min yê qetiyayî
çîpên protez pê ve kirin
ava deryayê ji masiyên masîdanka dil
êvişandin
nalînên kezeba min
di laşê striyan re çûn xwarê
qêrina pênûsa lal
zikê dîwarên zîndana odeya min
didirîne
stargeha xeyalên rengîn
li suîqesteke serserî
tarûmar bû
min her roj
ji xelk û alemê re bafirok çêkirin
lê bafiroka dilê min yê xeşîm
qet nefirî
Xizan Şîlan
2009-11-18
Stockholm

Şîrov

Nivisen Baldar:

  1. BILBILÊ DILÊ MELÛL / Xizan Şîlan li demsalên bextewariya berbabûyî peleke ji dara xwe weşiyayî me...
  2. NE ŞEWITÎM NE JÎ VEMIRÎM / Xizan Şîlan Cîhana xewnên şîrîn di bîra kedereke nûdem de binax bû...
  3. EZ JI XWE DÛR IM / Xizan Şîlan êş û kovan ji parzûna eniya şev û rojan bêdeng...
  4. GALEGALA GIYAN / Xizan Şîlan ez ne destpêk im ne jî dûmahîk ne dişibim xwe...
  5. PERDEYA XEYALÊN TAZÎ / Xizan Şîlan digerînim bi lorîna strana dilşewat bedena xwe yê tazî dinixumînim...

Tags

 

0 Şirov

Şîrova yekemîn ti binîvîse.

Şirovekê binivîse

 




 

 
 
 

Bi xer hatin Helbestvan

Giriş

Parolanızı mı unuttunuz?

Bu Siteye Üye Ol

Beşdarbûn

Beşdarbin, bi zimanê xwa binivîsin.