AX
Axé axé
Germîya teye
Wek germîya dé,
Ew şîré teyé sipî ,
Ji genim û cé,
Çend mîlyon salin,
Tu ne westayî
Şîré teyé sipî,
Qet ne çikhayî.

Wek dilê dê ,
Tu pir dilxwazî
İskender hatîye ,
Ew omerê mêr,
Ne moxlacîyên doh,
ne ew Romên pêr
Dilê te sar nebû,
Ji kurdên bê kêr.

Te vekirin ,
Şkeft û qulik
Pê çilo sorpel,
Pejik û hejik
Tu bûwî xanî
Tu buwî tifik
Veşart xweyîkir
Wek kezeba zik.

Te çîya rakirin ,
Bilind û pir gir.
Wek çiçikên dê,
Her dem xweyîkir.
Ne salek û dido
Çend hezar salin,
Nekarîm bimeşim.
Mam bi qunxişka
Her dem dinalim
Li wan qûntaran.

Çiçik bûn birîn,
Şûna şîr,
Zox û edap herikîn,
Te jî divê bibirê,
Zarokan ji şîr,
De bes di nav lepan de
Ew bibin goran
Ew bibin rezîl.

Axê
Zanim tu şêrîn.
Çandinî lite kirin
Wekî genim wekî jîn
Lewma dijmin na hewin
Ew dara te hişîn kir,
Kurda av da ew bi xwûn

Xelil BIRİNİ

Şîrov

Nivisen Baldar:

  1. RÛSOR Gurîya te bû ronayî kir, çîya, bajar, dolik û mesîlên...

Tags

 

0 Şirov

Şîrova yekemîn ti binîvîse.

Şirovekê binivîse

 




 

 
 
 

Bi xer hatin Helbestvan

Giriş

Parolanızı mı unuttunuz?

Bu Siteye Üye Ol

Beşdarbûn

Beşdarbin, bi zimanê xwa binivîsin.