Li vir, -bêy te-Tengezarê marînî
bi tenê me
Ji nişka ve tu nediyar î, kanî tu?
tu li vir nemayî.
tu bêxatirxwestin berzebûyî
tenha hiştim,
demeke teng e,
bo çi tu diçûyî???
Min bêrya te kiriye.

 

Payiz e…ger gula dawî pelên xwe derbixe,
li ser mêzê mûm heye.
tenê.. tenê dil têdigihe,
mejî nabîne:
Ev destpêka dawiyê ye, dem ji qêrînê ranaweste

 

Tirsa jibîrkirinê, gelek roj bi ser xatirxwestina te ve derbas bûn
gelek demhijmêr,
min hemî rakirin,
ji min dûrketî.
Tu çûyî, dîmenê te bû cama avlêbûyî.
Tirsa min ji wê ye, rojek bihêt û ez te jibîr bikim.
Te carekê destê xwe dabû min, xewneke xemgîn bû.
Berya tu biçûya mirinistanê û bûbaye toz
û ez hîn sax…
careke din min tu dîtibaya
careke din, destên te rengê henasa min sor bikira
bêhna giyanê te bikiraya.

 

Giyanê min xwînê dibarîne.
dilê min diqîre
şopa vedenga peyvên te hilim dike.
çavên min pêrgî awira te dibin,
tu dibî ronî
xalên li ber xwe yek bi yek winda dikî
bendemana hêviyekê yî,
şopa te hildigire
di vê rojê de,
roja me ya dawî ye.

 

Tu nikarî behwer bikî, ka destpêk çendî zor e
sîber bi tirs û saw e, êş e, azar e,
îske-îskên te şînê didizin,
roj tarî ye,
benckirî ye, ya ez ji bo rojeke din amade dikim
sîberê xwe bi ser de avêtiye,
tîrêjên rojê nagihin.

 

 

Bêriya te dikim,
min ji xwedê dixwest tu li vir bûya.
gelek caran berê xwe bi hêla te ve dikim, dibêjim belkî te himbêz bikim
tenê dixwazim nêzîkî te bim.
Dê kêfxweş bûma,
ger tenê di himbêza te de bûma.
Gelek caran hizra te dikim, ji xwe dipirsim:
gelo ew hestê bi min re, bi te re jî çêdibe?

Ew xêzên tu niha dibînî
ne dawiya gerdûnê ye
ew hizra min berbi valabûnê ve dibe
min jîndar dike

 

Her roj li wê xêzê digerim
wek tîrêjên rojê dibînim
ji xwe dipirsim
heyv vê xêzê danaqurtîne?

 

Li dawiyê, geşta te ya dirêj dest pêkir
tirsnak..
gelek dilovan
li dawiyê
ma ev tîrêj
bermayê te ne??

 

Li dawiy
li ser rûniştgeheke ewrane
mîna her car
dê tenahiyê bibînim,
dîsan dê pêk ve bin !

Daristan ji çavên te rengên xwe wergirtin: Welatê min

 Tengezar Marînî

 

 


Şîrov

Nivisen Baldar:

  1. Wek yariyekê bi ser sîbera te de hatim / Tengezar Marînî Wek yariyekê bi ser sîbera te de hatim   Bêdengiya...

Tags

 

0 Şirov

Şîrova yekemîn ti binîvîse.

Şirovekê binivîse

 




 

 
 
 

Bi xer hatin Helbestvan

Giriş

Parolanızı mı unuttunuz?

Bu Siteye Üye Ol

Beşdarbûn

Beşdarbin, bi zimanê xwa binivîsin.