Dem sala germ
Çareya delîvên teng
Kar û barê zivistanê
Rîs honandin
Kevil rewat
Sermil pîvan
Û çarox dirût
Goreya rîs zivistan kuşt
Libadeyê xizneya pîrê
Bîranîna risipitiyê
Avêt ser mil
Çelte tije hêçik ên zihom
Parastin li mil hilanî
Peyîz bû çû xatir nexwest
Zû vegeriya
Giyan mabû
Wî giyanê xwe rapêçand
Di buxçikê de
Liser herdû destan danî
Yek xirê bû rêwî û çû
Wî tav şopand
Rêya bêwer
Deştê ew mişt
Çiyê daqurtand
Diyariya rêzgariyê
Encam dabûn.
06,07,10
Şîrov
Nivisen Baldar nîne
1


0 Şirov
Şîrova yekemîn ti binîvîse.