
AHI JI DESTÊ DÛRIYÊ
Evîna dil çi bêjim ez?
Ji te dûrî wkî bence
Heye çil sal di nêva dil
Çikandin wê lep û pence
Dibênî pîr û kalim ez
şev û rojan dinalim ez
şikestî rengê dalim ez
Di dilde: jan û eşkence
Dizanim ev çi tarixe
Di singê de birin mîxe
Di dilde min çi sor – sîxe?
Me jê xwarin du sed rence
Dixum vê renc û vê êşê
Didim vê bac û vê bêşê
Di wêve bûme wek mêşê
Ku ev jîna me xweş gence
Were ey şoxe – kurmancê!
Ku zû bighême armancê
Meger ez dil bidim bacê
Gelek hêja û pir qence
Were ey serwe – bala min!
şikestî – bisk ji dala min
Were rûdêm bi xala min
Bi naz û lar û xweş lence
Were carek di sersalê
Binêrim ez li wê balê
Li wan birhên wekû dalê
Li wan biskên reş û mence
Dizanim ku tu dilsojî
Meger dûrî ji min dajî
Were carek berî rojî
Ku bê rûnin li nêv kunce
Tu zanî ko ciger xwîne
Ne dinê lê kirim dîne
Ji wan lêvên şirîn bîne
şereba: sêv û etrunce
Cegerxwin
Şîrov
Nivisen Baldar nîne
1


0 Şirov
Şîrova yekemîn ti binîvîse.